23 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
RIYAD
Li Erebistana Siûdî bi îmzeya Qral Selman bin Evdilezîz zêdetirî 40 biryarnameyên qraliyetê hatin weşandin ku li gorî van, Balyozê Washingtonê, Alîkarê Serokê Îstixbaratê, Fermandarê Hêzên Bejayê û hin wezîr ji kar hatin hildan, şûna wan tayînên nû hatin kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Qraliyetê, du kurên Qral Selman bi biryarnameyên nû va hatin ser peywirên pilebilind. Balyozê Erebistana Siûdî yê li Washingtonê Evdilleh bin Feysel ji peywirê hat hildan û şûna wî Emîr Xalid bin Selman bin Evdilezîz hat peywirdarkirin. Emîr Evdilezîz bin Selman jî wekî Wezîrê Dewletê yê berpirsiyarê Karûbarên Vejenê hat tayînkirin.
Dîsa biryar hat dayîn ku du meaş îkramiye bidin personelê leşkerî û ewlekariyê yên ku beşdarî şerê li Yemenê yê dijî Hûsiyan dibin.
Fermandarê Hêzên Bejayê Korgeneral Eyd bin Ewad bîn Eyd Eş-Şelewî jî kar hat hildan û wekî Misteşarê Wezareta Parastinê hat tayînkirin. Berdevkê Hevpeymanê Ehmed Hesen Esîrî jî wekî Alîkarê Serokê Îstixbaratê hat peywirdarkirin.
Li Erebistana Siûdî biryarên ku ji aliyê Dîwana Qraliyetê tên ragihandin, piştî ku tên weşandin dikevin rewacê.