Muhammet Kurşun
22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 23 Nîsan 2017
ÎDLIB/ENQERE
Li Sûriyê êrişî nexweşxaneya li Îdlibê di bin kontrola muxalifan de kirin û tê de 4 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku êrişa esmanî li ser nexweşxaneya gundê Abidîn hat kirin û nexweşxane li derveyî xizmetê maye.
Wezîrê Tenduristiyê yê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ferras Cundî, li ser mijarê daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got:
"Piştî nîvro li gundê Abidîn ê Îdlibê êrişa esmanî li xweşxaneyê hat kirin. Di encama êrişê de nexweşxane bi temamî ji kar ket."
Cundî, destnîşan kir ku 4 sivîl hatine kuştin û gelek jî hatine birîndarkirin.
Cundî got birîndar rakirine nexweşxaneyên sehrayê û avahî jî ji kar ketiye.