Türkan Tosun
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
RIYAD
Hat ragihandin Wezareta Enformasyon û Çandê ya Erebistana Siûdî rêvebirina salonên sînemayê yên li welêt da şirketa Amerîcan Multî-Cînemayê (AMC).
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, wezaretê ruhsat da Amerîcan Multî-Cînemayê ku ew li welêt salonên sînemayê vekin û bi rê va bibin.
Salona sînemayê ya ewil wê di 18ê nîsanê li Riyadê dest bi xizmetê bike. Amerîcan Multî-Cînema şirketeke mezin a Amerîkî ye û li cîhanê navdar e.
Wezîrê Enformasyon û Çandê Awad Bîn Salih El Awad got ruhsatdayîna salonan gaveke girîng e û ev ji bo veberhênerên ku dixwazin di vê qadê da veberhênanan bikin balkêş e û wiha axivî: "Erebistana Siûdî bazareke mezin e. Ji nifûsê jê gelek ji 30 salî biçûktir in û ew dixwazin fîlmên ku xweşa wan diçe li welatê xwe temaşe bikin."
Şirketa kêf û şahiyê ya ku girêdayî Fona Veberhênana Kamuyê ya Erebistana Siûdî jî daxuyand wan bi Amerîcan Multî-Cînemayê re peymanek îmze kiriye û di nav 5 salan de ewê li 15 bajaran 30 salonên sînemayê vekin. Heta sala 2030yî jî ewê li 25 bajaran salonan vekin.
Wezareta Enformasyon û Çandê di çileya pêşîn a 2017an de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû biryar hatiye dayîn ku piştî 35 salan li welêt salona sînemayê ya ewil di adara 2018an de vebe.