Elif Orhan
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Wezîrê Vejen, Pîşesazî û Çavkaniyên Madenî yê Erebistana Siûdî Xalid el-Falih ragihand ku dijî 2 îstasyonên pompeyê yên neftê yên li ser xeta boriyê ya ku ji rezervên li herêma rojhilatê neftê dikêşe lengergeha li perava rojava bi droneyê êrîş hatin kirin.
Falih di daxuyaniya xwe ya li SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî da diyar kir ku danê sibê dijî 2 îstasyonên pompeyê yên neftê yên li ser xeta boriyê ya ku ji rezervên li herêma rojhilatê neftê dikêşe lengergeha li perava rojava bi droneyê êrîş hatin kirin.
Falih got ku di encama êrîşê da di îstasyona bi 8 nimreyî da şewat derket, xisara madî çêbû û da zanîn ku Saudî Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî neft rawestand û niha naşîne xetê.
Wezîr da zanîn ji bo ku li xetê herikîna neftê normalîze bibe xebatên tesbîtkirina zirarê û temîrkirina îstasyonan dewam dike û li welêt dê hilberîn û îxracata neftê dewam bike.
Falih got ku ev êrîşên ku van demên dawîn li welatên Kendavê li cihên girîng tên kirin tenê Erebistana Siûdî hedef nagirin, aboriya gerdûnî û nefta digihînin dinyayê jî hedef digirin.
Li qenala El-Mesîreya girêdayî Hûsiyan hatibû îdiakirin ku li Erebistana Siûdî li 7 cihên girîng êrîşa asîmanî hat kirin.
Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Xalid el-Falih şeva yekşemê ragihandibû li nêzî behrên Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (MEY) dijî du tankêrên Erebistana Siûdî sabotaj hat kirin. MEYê ragihandibû ku li heman herêmê dijî 4 keştiyên kargoyê yên bazirganî yên sivîl ên ji welatên cuda sabotaj hatiye kirin.
Hê jî zelal nîne ka sabotajên di daxuyaniyên herdu welatan da heman êrîş e yan na.