Ahmet Aydın
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Horst Seehofer anî ziman ku ji bo rêxisitinên terorê yên biyanî bi taybet yên weke PKKê, Almanyayê weke çalakîxaneyê bikarneyinin, dê dewlet tişta ji destê wê were bike.
Seehofer di civîna ku digel Serokê Daîreya Krîmînal a Federal Holger Munch, danasîna rapora sûcên siyasî ya 2018ê kir de destnîşan kir ku hejmara sûcên ku rêxistinên terorê yên biyanî 2018an li Almanyayê kirin, li gor pêrar bi qasî zêdetir ji 2 qatan zêdebûye û bûye 2 hezar û 487.
Seehofer bal kişand ser wê yekê ku piştî operasyona ku Tirkiyeyê li dijî Efrînê dest pê kir, li Almanyayê êrîşên dijî saziyên Tirkî zêde bûne û wiha got, "Ji ber vê yekê, ji bo rêxisitinên terorê yên biyanî Almanyayê weke çalakîxaneyê bikarneyinin, dê dewlet tişta ji destê wê were bike. Ev bi taybet ji bo PKKê derbasdar e."
Li gorî raporê hejmara sûcên alîgirên PKKya rêxistina terorê ku 2018an kirine weke hezar û 873yan hat destnîşankirin. Vê hejmarê li gorî sala 2017an bi qasî ji sedî 82,2yan zêde kiriye.
Hejmara bûyerên şidetê yên alîgirên PKKê di sala 2018an de li gorî pêrar ji sedî 100,7 zêde bû û ji 152yan derket 305an.