Haydar Şahin
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Serokên ji bo lûtkeyeke nefermî di şîvê da hatin ba hev encamên hilbijartina Parlamentoya Ewropayê (PE) nirxandin, pêvajoya mizakereyên bijartina serokên teze yên Yekîtiya Ewropayê (YE) dan destpêkirin.
Donald Tuskê Serokê Konseya YEyê piştî civînê li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist, bal kişand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartina PEyê ya herî zêde ya 25 salên dawîn e û got ji ber vê gelekî kêfxweş bûn.
Tusk got ku li gor encama hilbijartinê hilbêjêrên PEyê ew ê baş werin temsîlkirin, Parlamentoyê hesasiyeta netewan ji berê baştir rayê bide.
Tusk bi bîr xist ku ji bo bijartina serokê Komisyona YEyê yê teze li gor peymana avakirinê ya Yekîtiyê dibê PE û Koseya YEyê jî biryarê tesdîq bikin. Tusk destnîşan kir ku di pêvajoya pêşiya xwe da ji bo tesbîtkirina serokên saziyên YEyê ew ê dest bi îstiaşereyên Konseya ku endamên YEyê û PEyê têda ne bikin.
Tusk wiha got: "Me di civîna îro da bi tenê pêvajo nirxand, ji bo seroktiyan nav nehatin rojevê."