Önder Beyter
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Alîkarê Serokê Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê Mihemed Hemdan Daklu diyar kir ku di şikandina pişta rejimê da bi qasî artêşê, rola gel jî heye û wiha got, "Artêş û binbeşê wê Hêzên Piştevaniya Bilez şirîkê şoreşê ne. Ev nebûna serokê têkêçûyî Omer el-Beşîr dê niha jî li ser îqtidarê bûya."
Daklu ligel serokên hoz û eşîran beşdarî bernameya fitarê bû û li vê derê axaftinek kir û wiha got, "Em dixwazin xwepêşandêr vegerin ser daxwaza xwe ya azadî, aştî û edaletê. Heger vegerin cem van diruşmên xwe, em ê desthelatê îro radestî wan bikin."
Daklu xeberdana xwe wiha domand, "Hin şexs hene ku ji bo hin dewletan sîxuriyê dikin. Hin dewlet jî hene ku dixwazin Sûdan bibe mîna Sûriye û Libyayê û ji bo vê yekê jî hewil didin û piştevaniya madî pêşkêş dikin. Em dişopînin di destê me da gelek dosye hene. Hin mensûbên Partiya Kongreya Neteweyî ku serokê wê Serokomarê têkçûyî Omer el-Beşîr e, ji bo ku hesab nedin, xwedî li şoreşê derketin. Hin kes hene ku tiliya wan di gendeliyan da heye, lêbelê dixwazin xwe pak û bêguneh nîşan bidin."
Li Sûdanê di 19ê berfanbarê da ji ber qeyrana aboriyê xwepêşanan dest pê kiribûn. Ev xwepêşandan paşê li Xartûm û tevahiya welêt bûbûn çalakiyên dijî rejimê. Piştî van çalakiyan di 11ê nîsanê da artêşê dest dabû rêvebiriyê. Piştî daxuyaniya artêşê heyama Omer el-Beşîr a 30 salan qediyabû.