07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
RABAT
Li Fasê ji bo hilbijartinên parlementoyê raydayîn dest pê kir.
Gelê Fasê piştî ku di sala 2011an da destûra bingehîn hat guherandin cara duyemîn e ku ji bo hilbijartinên parlementoyê raya xwe dide.
Bi saeta herêmî raydayînê di saet 08.00an da dest pê kir û wê di saet 19.00an da biqede.
Li Fasê 15 milyon û 702 hezar û 593 hilbijêr hene û 30 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê dibin. Hilbijêr wê ji bo Meclisa Nûneran 305 parlementerên herêman û 90 parlementerî jî ji bo giştî bi tavahî 395 parlementeran hilbijêrin.