07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
HELEB
Zirara ku 4 sal in bi destê rejima Beşar Esed û herî dawîn jî ji ber êrîşên Rûsyayê li Heleba li bakurê Sûriyeyê çêbûye ji hewayê da hat kişandin.
Dîmenên ku ekîbên Ajansa Anadoluyê (AA) bi wesaîta esmanî a bêmirov kişandin rewşa semta Tariq el-Baba Helebê ku di 22yê Tîrmeha 2012an da Artêşa Sûriyeya Azad ketinê û di bin bombebaranê da ye, radixin ber çavan.
Di dîmenan da hin ciyên Tariq el-Babê ji binî va xera bûne û digel êrîşan însanên ku malên xwe neterikandine hene.
Ednan Rifaiyê ku li herêmê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên Esed êrîşî Tariq el-Babê dikin.
Rifaî destnîşan kir ku ji ber êrîşan semt kavil û wêran bûye û wiha got: "Li herêmê digel êrîş û bombebaranê kesên ku malên xwe neterikandine jî hene."
Rifaî wiha got: "Di encama êrîşên rejimê da dîroka Helebê jî tune bû. Ji ber çekên ku rejimê li dorberê kelha Helebê bi kar anî bi tenê însan nemirin, tarîx jî mir. Rejim bi tenê dijminê însanan nîne dijminê tarîxê ye jî."
Di adara 2011an da çaxa ku li welêt bûyeran dest pê kir li gelek bajaran çalakiyên li dijî rejimê hatin lidarxistin û rejimê hewl da ku pêşî li çalakiyan bibire li ser vê li Helebê bi teyareyan êrîşî herêmên di destê mixalifan da ne kiribû.
Hêzên rejimê paşê jî ji beja top avêtibû ser herêmên mixalifan û pişt ra bi fuzeyên scudê, bombeyên xarê û warêlan va êrîşên xwe domandibû.
Hêzên Esed bombe di ser çarşî, bazar, xwendingeh, nexweşxane û wesayîtan da barandibû û hema hema her rojê bi dehan sivîl hatibûn kuştin.
Di van demên dawiyê da hêzên rejimê û mitefikên wan bombeyên giran diavêjin ser Helebê. Li herêmên ku bombe lê dikevin çalên 5-6 mêtreyî vedibin.