Fatih Gazioğlu
29 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Li Davaoyê bajarê ku dikeve başûrê Filipînê erdhejeke ku mezinahiya wê 6,6 e çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Lêkolînên Erdhej û Volqanê ya Filipînê hat dayîn, erdhej di saet 09.04an da li Davaoya bajarê Girava Mîndanaoyê çêbû.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê herêma Kîsanteyê ye ku 100 kîlomêtro ji bajarê Davaoyê dûr e û 50 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Piştî erdhejê gelek welatî derketin derva.
Der barê mirî, birîndar û zirara erdhejê da tu daxuyaniyek nehat dayîn. Ji ber erdhejê tu hişyariya tsunamiyê jî nehat dayîn.
Li bajarê Davaoyê 2 hefte beriya vê jî erdhejeke ku mezinahiya wê 6,4 e çêbûbû.