Önder Beyter
29 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Li Bolîvyayê di rageşî û pevçûnên di navbera alîgirên Serokê Dewletê Evo Morales ku hilbijartin qazanc kir û mixalifên ku encaman qebûl nakin da heta niha 39 kes birîndar bûn.
Li Bolîvyayê ku welatekî Amerîkaya Başûr e, piştî hilbijartinên ku 20ê cotmehê hatin kirin û Serokê Dewletê Morales qazanc kir, hevrikê Morales, Carlos Mesa jî bi îdiaya di hilbijartinan da fêl heye, encaman red dike. Li ser vê yekê di navbera alîgirên Morales û yên Mesa da protestoyan dest pê kirin.
Mixalifên ku pêkutiyê dikin ku hilbijartin bên dubarekirin an jî tûra duyemîn were kirin, ligel paytext La Pazê, li bajarên mezin ên wekî Santa Cruz û Cochabambayê xwepêşandanan dikin.
Herwiha li heman bajaran alîgirên Morales jî dadikevin qadan û ji ber vê yekê di navbera alîgirên herdu aliyan da car caran rageşî û pevçûn derdikevin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya welêt, li semtên bajarê Santa Cruzê Plan Tres Mil, Cotoca û La Guardiayê di rageşî û pevçûnên herdu aliyan da 30 kes birîndar bûn. Dîsa di bûyerên li bajarê Cochabambayê da 3 kes û li bajarê La Pazê jî 6 kes birîndar bûn.
Li welêt di hilbijartinên ku du hefte berê hatin kirin da Serokê Dewletê Morales bi sedî 47,8 va di tûra yekemîn da bi ser ketibû, hevrikê wî Serokê berê yê Dewletê Mesa jî di sedî 36,51ê da mabû.