29 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Sererkanê DYAyê Orgeneral Mark Milley îdiayên ku çekdarên YPG/PKKya ku navê HSDê bikar tînin, di kuştina Ebûbekirê Bexdadî de rol sitendine derewand û got, "Ev operasyon tenê ya DYAyê bû."
Piştî kuştina Bexdadî Orgeneral Milley digel Wezîrê Berevaniya DYAyê Mark Esper civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Orgeneral Milley derbarê hûrgiliyên operasyonê de daxuyanî dan.
Milley anî ziman ku serkirdeyê DEAŞê bi teqandina êlegê li ser xwe xwe kuştiye û cesedê Bexdadî birine tesîseke DYAyê û li wêderê testa DNAyê kirine û piştre jî cesed îmha kirine.
- "Ev di warê personelan de operasyonek bû ku tenê DYAyê li dar xist"
Milley bal kişand ser pêvajoya tesbîtkirina cihê Bexdadî û wiha got, "Bi îstixbaratên yekeyên di bin banê Wezareta Berevaniyê de û yên di navbera saziyan de hat tesbîtkirin ku li wîlayeteke Sûriyeyê ye û bi qasî 6 kîlometroyan nêzîkî sînorê Sûriyeyê ye. Ev di warê personelan de operasyonek bû ku tenê DYAyê li dar xist."