02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
PARİS
Hat ragihandin ku teqîn dema sembola Karnavalê dar û zilamê ji ka hatibûn çêkirin hat şewitandin, qewimî.
Piştî teqînê gelek kesên ku piranî zarok bûn yên li dora zilamê ji kayê hatibû çêkirin, birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê piştî bûyerê qad vala kirin û gelek polês û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Rayedaran ragihandin ku teqîn ne êrîşa terorî ye û texmîn dikin kû ji bo dar û zilamê ji ka xweş agir pêkeve madeyeke şewatê hatiye bikaranîn û dema hatiye şewitandin teqîn çêbûye.
Hat ragihandin ku 18 kes birîndar bûne û piraniya wan zarok in. Her wiha hat gotûn ku şaredarê bajêr jî dema agir bera dar û zilamê sembola karnavalê da birîndar bû.