02 Nîsan 2017•Rojanekirin: 03 Nîsan 2017
BOGOTA
Li Kolombiyayê ji ber afata lehiyê hêjmara kesên mirin 200î derbas kirin.
Santos derbasî Macoaya navenda eyaleta Pûtûmayoyê bû û bi rayedaran re hat bal hev. Santos piştî hevdîtinê daxuyaniyeke da û got ku Mocoa weke cihê afatmê hat îlankirin .
Her wiha heta niha tespîtkirin ku 202 kes jî birîndar bûn. Santos ragihand ku êzên Çekdar yê Kolombîyayê bi ji 2 hezarî zêdetir leşker 4 firokê û 5 balafiran xebatên xwe yên rizgarkirinê didomîne.
Ji bajarên derdorê alîkariya xizmeta tenduristiyê jî tê dayîn. Santos ji bo daxuyaniyên piştgiriyê yê Perû, Panama û Îspanyayê jî spasiyên xwe şand.