Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu, beşdarî 5emîn Kongreya Asayî ya partiyê ya ku li Navenda Kongre û Fûarê ya Wanê hat lidarxistin, bû.
Davutoglu bal kişand ser pêvajoya çareseriyê got ku ew wek hikûmet giringiyê didin pêvajoyê û li ser disekinin û wiha dewam kir: "Em çiqas dibêjin pêvajoya çareseriyê bi wî qasî hin kes zorê didin me."
Serokwezîr Davutoglu got ku di 12 salên dawîn de, di çarçoveya prensîbên wekheviyê de gav avêtin, me bi avêtina van gavan bandora rewşa awarte berteref kir û wiha dewam kir:
"Me hemû qedexeyên li ser kurdî rakir. Me ber li kurdên ku di girtîgehan de, dê û bavên wan bi wan re bi kurdî diaxivîn vekir. Me TRT6a ku 24 saetan weşanê bi kurdî dike damezrand. Me di qada demokratîk de gelek gav avêtin. Me ji bo wekheviya hemû welatiyên me yên li ser vê axê dijîn, bingeha jiyaneke bi rûmet çêkir."
Davutoglu got ku piştî ku ji balafirê peya bûn ji bo bên Wanê ketin rê, li ser rê, dê û bavekî derketin ser rêya wan û got ku min ew naz dikirin ez ji wesayitê peya bûm û çûm bal wan.
Serokwezîr Davutoglu bibîrxist ku dayik yek ji dayikên diyarbekirî ku wan li Enqereyê qebûl kiribû bû û wiha got: "Dîsa xwe avêt destê me, giriya serê xwe da ser dilê me û pirsa Efekanê xwe yê15 salî kir. Pirsa keça me ya ciwan Sînemê kir..."
Davutoglu wiha pê de çû:
"Ez li vir cardin ji kesên ku piştgiriyê didin vandalîzmê dipirsim: Ew kesên ku zarokên me yên ciwan derdixin serên çiyan gelo ji bo çi têdikoşin? Ji bo kê, ji bo çi, ji bo kîjan berjewendiyên xwe van zarokên me yên ciwan derdixin serên çiyan? Ez bangî dilê wê dayikê û dilên hemû dayikan dikim: Dengê xwe bilind bikin, berz bikin. Ev zarok neyê we tenê ne, zarokên me hemûyan e. Bi çi sedemî dibe bila bibe em naxwazin canekê ji me bimre an bê kuştin. Em ji bo xilaskirina wan zarokên xwe dibêjin pêvajoya çareseriyê û hewl didin. Ligel hemû provokasyonan em dibêjin pêvajoya çareseriyê."