Muhammet Kurşun
22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 23 Nîsan 2017
PARÎS
Êrişên terorî yên li Fransayê bi awayekî balkêş girêdayî rojeva siyasî ya li welêt in. Der barê profîla êrişkaran de agahiyên binîqaş derdikevin lê têkiliyên wan bi rêvebiriyê û hêzên ewlehiyê re pirsxalan durist dike.
Herî dawîn êvara pêncşemê li Parîsê, li çarrêya Champs-Elysees êriş hat kirin û polêsêk hat kuştin, tûrîstek û kesekî din jî birîndar bûbûn. Bi vê êrişê re êrişên berê jî hatin bîra mirovan.
Berî 2012an jî herçiqas li Fransayê bi sedemê cuda êrişên terorî hatibin kirin jî, sîstematîzebûna êrişan û ji aliyê şêwazê ve wekheviya wan balê dikişîne.
Êrişa pêşî ji aliyê Mûhemmed Merahê Cezayirî ku bi sûcên dizî û xespê dihat zanîn hat kirin. Di êrişên Merah ên li Montouban û Toulouseê 7 kes hatin kuştin. Îddiayên wek wezîfedarkirina wî ji aliyê îstixbarata Fransayê ve demeke dirêj hatin nîqaşkirin.
Sala 2012an êrişên ku berî hilbijartina serokomariyê hatin kirin gelekî bûn mijara nîqaşê. Di hilbijartinê de Nicolas Zarkozy ku ji aliyê hilbijêrên Fransayê ve ji nêzîk ve dihate naskirin winda kir.
Sala 2013an li Fransayê ji aliyê êrişên terorî ve sakin bû. Lê sala 2014an ku hilbijartina Parlamentoya Ewropayê hat kirin dîsa êrişeke terorî hat kirin. Roja hilbijartinê Mehdi Nemmouchyê welatiyê Fransî êrişek kir û 4 kes kuştin. Nemmmouche jî bi eslê xwe ji Cezayirê bû û ji hepsê derketibû, gihîştibû DEAŞê.
Êrişa din jî ya li ser Charlie Hebdo bû. Di êrişê de 12 kes hatin kuştin û ji aliyê Seîd û Şerîf Kuaşiyên bira ve hat kirin. Êrişkarê bi navê Amedy Coulibaly li semtê Montrougeyê polêsek kuştin piştre jî êrişî markêtekê kir û 4 kes kuştin. Coulibaly di markêtê de hat kuştin. Êrişên 7 û 8ê Kanûna Pêş^İn berî hilbijartinê hatibûn kirin.
Li Fransayê êrişa herî mezin a ku gelek welatî tê de hatin kuştin jî ya Çiriya Paşîn a 2015an e. Di wan rojan de dîsa li Fransayê hilbijartin hebû. Li welt 6 û 13ê Kanûna Pêşîn hilbijartina Meclisên Herêmî hebû. Di wan heyaman de 13ê Çiriya Paşîn li 6 herêmên cuda yên Parisê êriş bûn û 130 kes hatin kuştin. Partiyên rastgir pir deng wergirtin.
Êrişa li Niceyê ku wek bajarê tûrîzmê tê naskirin jî tê de 86 kes hatibûn kuştin. Di ya heftiya dawîn de jî wextê hilbijartinê bû û namzedan propagandeya hilbijartinê dikir.