Muhammet Kurşun
22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 23 Nîsan 2017
TEHRAN
Yek ji alimên Sunnî yên li Îranê pêşdehatî Ebdulhemîd Îsmaîlzehî, daxwaz kir ku madeya destûrê ya ku namzedbûna Sunniyan di serokomariyê de asteng dike were guherandin.
li got malpera înternetê ya aîdî Îsmaîlzehî, alimê Sunnî yê navborî li eyaleta Sîstan-Belûcistanê, li bajarê Saravanê axivî û rexne li sîstema Îranê girt û got:
"Madeyên destûrê ne emrên îlahî ne. Ji aliyê evdên Xwedê ve hatine çêkirin. Di van madeyan de cihên ku di ber çav re werin derbaskirin hene. Madeya destûrê ya ku namzedbûna Sunniyan di serokomariyê de asteng dike divê were guherandin."
Îsmaîlzehî, anî ziman ku cudakarî bi kêrî tu kesî nayê û diyar kir ku ew heqê camîeya ehlê sunnet yê qanûnî di nav yekîtiyê de û bi hîkmet taqîb dike.
Herwiha daxwaz kir ku ewlehî, biratî û yekîtî were parastin û wiha dewam kir:
"Di navbera Îraniyan de bi taybetî di navbera Şiî û Sunniyan de divê ferq tunebe. Li gor me divê ev madeya destûrê ya der barê namzediya serokomariyê de were guherandin. Divê ji aliyê qanûnî ve tu sînor tunebin. Ev li gor mentiq û hîkmetê ye jî.
"Li Îranê hemû qewm, mezheb û nêrînên cuda divê ji aliyê qanûnê ve wek hev bin. Ji aliyê belavkirina desthilatan de ya guncan gerek were kirin, cudakarî nebe. Hêvîdar im ku berpirsiyar li vê dîqqet bikin."