25 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
WASHINGTON
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Parastinê ya DYAyê destnîşan kir ku 4 botên ewlehiyê yên Mihafizên Şoreşê yên Îranê bi lez ber bi keştiya şer a bi tîpa USS Nitzeyê va tên.
Rayedar diyar kir ku ji keştiya şer ji bo hişyariyê bidin botan 10 caran gule berdane hewayê û got ku Nitze ji ser bêtêlê hewl dide ku bi botên Îranê ra xeber bide.
Rayedar diyar kir ku 2 botan guh nedan hişyariyê û 274 mêtro nêzî keştiyê bûn û Nitzeyê rêya xwe guherand.
Serokê Hêzên Behrê Amîral John Richardson diyar kir ku DYA bi reqabeteke li ser behrê ra rû bi rû ye û got ev rageşiya bi Tehranê ra ya li ser behrê nîşan dide.
Hat diyarkirin ku di dema bûyerê da USS Nitze tevî keştiya şer a USS Masonê li behrên navneteweyî ya Geliyê Hurmuzê bûn.