Fatih Gazioğlu
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
GUATEMALA
Li başûrê Guatemalaya welatê Amerîkaya Navîn di girtigehekê de îsyan derket. Di îsyanê de 7 kes hatin kuştin, 25 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Girtîgehê Rudy Esquîvel got îsyan li girtîgeha bajarê Escuîntlayê derket û di encamê de 7 kes hatine kuştin, 25 kes jî birîndar bûne.
Esquîvel diyar ku girtîgeh niha di bin kontrola polêsan de ye û birîndar jî rakirine nexweşxaneyan.
Li gor agahiyan kapasîteya girtîgehê 600 kes e, lê ji 3 hezarî zêdetir mehkûm lê tên girtin.