HELEB
Hat ragihandin ku hêzên Esed li bajaroka Bezaayê ya girêdayê Helebê bi bombeyên warîlê êrîşê welatiyan kir. Di êrîşan de 8ê wan zarok 16 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyeyê (KŞGS) diyar kir ku firokên artêşa Esed li herêmên Bezaayê bombeyên warîlê di ser welatiyan de barandin û di êrîşê de 8ê wan zarok 16 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmê gelek cih bûn xirabe û rê û dirb serobino bûn. Piştî êrîşê balafirên şer li ser herêmê çûn û hatin.
Hat eşkerekirin ku piştî êrîşên firokan roket jî avêtine bajarokê.
Li gor agahiyan li bajaroka Derkûşê ya ku li ser sînorê Tirkiyeyê ye erebeke bombebarkirî teqiya û gelek mirî û birîndar hene, ji birîndaran 8 kes bi alikarîya malbatên wan ve anîne Hatayê û hildan bin tedawiyê.
Piştî teqînê di navbera Artêşa Sûriyeya Azad û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de şer derket. Welatî ji bo ku di nav şer de nemînin ji herêmê direvin. Hat ragihandin ku 300 sûriyeyî ji Sûriyeyê derbasî Altinozuya navçeya Hatayê bûn. Piştî xilasbûna şer welatî careke din derbasî welatê xwe bûn.