HELEB
Hat ragihandin ku li navçeya Azeza Helebê, herêma ku hêzên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (IŞÎD) dagirkiribû û niha jê vekişiya, goreke komî hat dîtin. Di gorê de cesedên 22 kesan hene.
Berpirsiyarê Çapemeniyê yê Komîteya Koordinasyonê ya Heremî a Sûriyeyê (LCC) Ahmed Mihemed Alî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di daxuyaniyê de diyar kir ku li herêma Azezê ya ku berê ji aliyê hêzên IŞÎDê ve hatibû dorpêçkirin û niha jê vekişîn goreke komî hat dîtin. Li gor agahiyan di gorê de 22 cesed hene û ji cesedan hin aîdê leşkerên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ne.