13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
HELEB
Piştî ku muxalif ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wî zêde bûn, ji 3 herêmên Heleba rojhilat a Sûriyeyê vekişiyan. Piştî ku muxalif vekişiyan bi deh hezaran sivîl di nav qadeke 6kîlomêtroqereyî de asê man û niha hewl didin ku bijîn.
Li gor agahiya nûçegihanên AAyê yên li Helebê, muxalif ji duh nîvro pê va mecbur man ku ji herêmên Bab Antakya, Bustan el Qasr û Cellumê vekişin. Bi vî awayî qada 8,6 kîlomêtroyî ya di destê muxalifan da dakete 6 kîlomêtroqereyî.
Milîsên şiî û artêşa Esed ji hewayê û bejayê bi çekên giran ve êrîşê sivîlan dikin.
Di êrîşên tundraw da piraniya derfetên ragihandinê ji holê rabûn û ji ber vê qirqirina sivîlan baş nayê tespîtkirin.
Ji sivîlan qismek li herêmên ketin destê rejimê dimînin, artêşa Esed dihêle ku gel ji hin rêyan derbikevin lê hêj jî nayê zanîn kesên derdikevin malbatên xwe dibin kê derê.
Sivîlên mayî jî dixwazin ku li herêmên di bin kontrola rejimê da ne can û malê wan bê parastin, mêrên wan neyên binçavkirin û yan jî bi darê zorê ji hêla artêşa rejimê va neyên birin, ji bo wan destûr bê dayîn ku derbasî herêmên ewle bibin, malbatên wan ji hev neyên qetandin, sivîl niha li bendê ne ku ev temînat ji bo wan bên dayîn.
Lê bi taybetî jî milîtanên şiî yên ku Îran serkariya wan dike rê li ber tehliyekirinan digire û dibe sedema mirina sivîlan.
Duh milîsên şiî û artêşa rejimê 4 zarok û 9 jin bi saxîtî şewitandin û 67 mêr jî dan ber guleyan.
Rejim û piştgirên wî ji 15 sermawezê vir va jim ji hewayê û him jî ji bejayê bombeyan dibarînin ser rojhilatê Helebê û heta niha hezar û 71 sivîl hatin kuştin bi hezaran jî birîndar bûn.