HALEP
Balafirên Sûriyeyê yên şer li Helebê êrîş birin ser erebeyên sivîl yên di rê de û ekîba AAyê ji êrîşê filitî.
Hêzên Esed heya nika li Helebê bi roj gelek caran bombeyên warîlê li ser mirovan dibarandin û niha jî bi şev bi balafirên şer êrîşî erebeyên sivîl yên li ser rêyan dikin. Ev çend roj bûn ji ber bombebarandinê mirov bi roj dernediketin derve û ji bo hewcedariyên xwe bi şev derdiketin derve û pêdiviyên xwe pêk dianîn.
Ajokar ji bo ku bi şev neyên dîtin farên erebên xwe venakin lê belê balafirên şer şevê jî wek rojê dibînin û li ser wan de bomba dibarînin. Duh êvarê li kolana Kastîloya li bakurê Helebê balafiran êrîşê erebeyên di rê de kirin.
Ereba ekîba AAyê jî di wê konvoyê de bû. Ereba ekîba AAyê ji êrîşê filitî lê erebeya li peşiya wan bi mirovên hundir ve şewitî. Di bûyerê de çend erebeyan xisar dît û ewên tiştek bi wan nehatin jî ji tirsa êrîşeke nû bi lez ji wir dûr ketin.
Nûçegihanê AAyê piştî êrîşê dîmenên ereba li pişya xwe ya ku bi mirovên tê de şewitî kişand.