WASHÎNGTON
Serokê Amerîkayê Barack Obama got ku bi lihevkirina Îran û Welatên 5+1ê hemû rê li ber Îranê hat birîn ku nikaribe çekên nukleerê çêke.
Obama û alîkarê wî Joe Bîden û der heqê lihevkirina bernameya nukleerê ya Îranê de li Qesra Spî daxuyanî da.
Obama daxuyand, Amerîka û şirîkên wê yên navneteweyî piştî du sal mizakereyan, serkeftineke mezin bi dest xist û got ku ev peyman wê pêşî li ber Îranê bigre ku çêkên nukleerê çêneke.
Obama wiha got: "Bi lihevkirinê, hemû rê li ber Îranê hat birîn ku nikaribe çekên nukleerê çêke."