İbrahim Atmaca,Önder Beyter
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistana Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku ji duh va dewam dikin da 23 kes birîndar bûn.
Şoreş Îsmaîlê Midûrê Polêsan ê Koyaya navçeya Hewlêrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di xwepêşandanên ku duh dest pê kirin da hêzên asayîşê û xwepêşandêr bi hev ketin û 2 jê giran 13 kes birîndar bûn.
Îsmaîl diyar kir ku di nav birîndaran da polês jî hene û hin xwepêşandêran bi çekan bersiv da hêzên asayîşê.
Midûrê Serwîsa Acil ê Silêmaniyê Omîd Elî jî ji medyaya herêmî ya Herêma Kurdistanê ra axivî û got ku di xwpêşandanên ku li navenda bajêr derketin da 10 kes birîndar bûn û tên tedawîkirin.
Li Silêmaniyê hin mamoste ji ber ku mehaneyên wan dereng tên dayîn û li dijî gendeliyê duh protesto dan destpêkirin û di demeke kin da protesto veguherî xwepêşnadaneke girseyî.
Xwepêşandanên ku li navenda bajarê Silêmaniyê dest pê kirin, piştra pekiyan gelek navçeyên din. Li Hewlêr û Dihokê tu çalakiyên protestoyê nehatin lidarxistin.
- Qeyrana aboriyê ya li Herêma Kurdistanê
Li Herêmê ji sala 2014an vir va qeyrana aboriyê heye. Li gorî destûra Iraqê, para rêveberiya Hewlêrê ya ji dahata nefta welat ji sedî 17 ye. Lêbelê Nûrî El Malîkî di heyama serokwezîriya xwe da ji ber hinceta ku Herêma Kurdistan bi serê xwe neftê difiroşe, pişka Hewlêrê ya budçeyê di 2014an da birîbû. Piştra di serdema serokwezîriya Îbadî da jî hikûmet kêmasiya budçeyê dike hincet û qismekî hindik ê para Herêmê dişîne.
Qeyrana aboriyê ya ku bi birîna pişka budçeyê va dest pê kir, ji ber êrişên rêxistina terorî DEAŞê û şikestina bihayê neftê her ku çû kûrtir bû. Li gorî daneyên fermî yên rêveberiya Hewlêrê, nêzîkî milyonek û 400 hezar karmend ji hikûmeta Herêmê meaş werdigire.
Meaşê karmendan ji dahata nefta ku rojane tê îxrackirin dihat dayîn. Rêveberiya Hewlêrê piştî ku hêzên hevbeş ên girêdayî hikûmeta navendî dest danîn ser parêzgeha Kerkûkê ji nîvekî dahata neftê bû. Herwiha rêveberiya Hewlêrê ya ku rojane nêzîkî 550 hezar warêl neft îxrac dikir, ji ber ku bîrên neftê yên li Kerkûkê ji dêst derketin, ev reqem nîvî nîvî berjêr bû.
Rêveberiya Îbadî jî îdia dike ku ev hejmar ne rast e û herwiha diyar dike ku rêveberiya navendî jinûva qeyda hejmara karmendên navborî digire û dema ku ev yek kuta bû wê li gorî vê hejmarê meaş bidin.