Hemn Baban
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê ji Mehkemeya Lêkolînê ya Silêmaniyê daxwaz kir ku miameleyên yasayî yên pêwîst der heqê Şasuwar Ebdulwehîd de bide destpêkirin.
Piştî ku Şasuwar Ebdulwehîd bangewaziya berdewamiya xwepêşandanan kir Dozgeriya Giştî ji mehkemeya Silêmaniyê xwest ku karûbarên pêwîst bên encamdan.
Li gor nivîsa ji Dozgeriya Giştî, Şasuwar Ebdulwehîd xelk ji bo şewitandina avahiyên hikûmetê, cihên xelkê û bînayên partiyan han dane û loma jî li gor yasaya sala 1979an de derketiye sûc kiriye.
Dozgeriya Giştî daxwaz ji Mehkemeya Silêmaniyê dike ku Şasuwar Ebdulwehîd bi sûcê tevdankeriyê were mehkemekirin.