Türkan Tosun
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
EZEZ
Li herêma Mertalê Feratê ya bakurê Sûriyeyêye wê bibe eyda sêyemîn ku gel di nav ewlehiyê de eyda xwe derbas dike.
Her çiqas heywanên ji bo qurbanê biha bin jî gel diçe bazara heywanan.
Li navçeyên Cerablus, Bab û Ezezê yên ku bi operasyona Mertalê Feratê va ji terorê hatin paqijkirin bazara heywanan hewl tê dayîn ku qurban bên firotin.
Kesên ku heywan xwedî kirine ji bo ku heywanên xwe bifroşin serê sibê rêya bazarê digrin.
Di bazarê de ji bo eydê qurban tên firotin û bazarî tê kirin.
Pez bi 55 hezar lireyê Sûriyeyê (800 lireyê Tirkiyeyê), dewar jî 420 hezar lireyê Sûriyeyê (6 hezar lireyê Tirkiyeyê) tên firotin. Lê ev biha yên herî kêm in û heywan ji vê bihatir jî tên firotin.
Îsa Welidê ji bo qurbanê bikire hatiye bazarê wiha got: "Eyda Qurbanê ya bimbarek nêzîk bû. Di bazara heywanan de kirîn û firotinê dest pê kir. Ev geşbûn me kêfxweş dike, lê biha zêde ne."
Hac Faîq Alluş ji nûçegihanê AAyê ra got ew hatiye heywanên xwe bifroşe û wiha axivî: "Elhemdulillah li herêmê ewlehî û îstiqrar çêbû. Em kêfxweş in. Me zeviyên xwe reşandin. Me heywanên xwe xwedî kirin. Niha jî Eyda Qurbanê nêzîk dibe."
Alluş got welatiyên di bin dorpêça rejimê de bûn bê goşt jî mane û ji ber ku eyd nêzîk dibe feqîr jî, ew jî kêfxweş in.