Türkan Tosun
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
STOCKHOLM
Li Swêdê jineke Misilman ji ber ku di serlêdana kar de destê xwe neda mêrekî nekir û destê wî negirt, serlêdana wê nehat qebûlkirin. Jinikê serî li mehkemeyê da, 3 hezar û 900 ewro tezmînat qezenc kir.
Li gor daxuyaniya Ombudsmanê Cudakeriyê yê Swêdê jineke bi navê Farah Alhajeh a Misilman par di meha gulanê de li bajarê Uppsalayê ji bo kar serî li şirketeke tercumeyê da.
Alhajehê ji ber ku destê xwe neda berpirsyarê mêr nekir û destê wî negirt, serlêdana wê di nîvî de hat birîn.
Ombudsman li ser gilîkirina jinikê ev bûyer bire darazê.
Mehkemeya kar got li hember jinikê cudakerî hatiye kirin û biryar da ku 40 hezar kron (3 hezar û 900 ewro) tazmînat ji bo Alhajehê bê dayîn.
Di biryarê de hat gotin mijarên dînî bi xala 9emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tên parastin, Alhajeh li gor vê xalê dikare red bike ku destê xwe nede mêrekî.
- "Tişta girîng ew e ku ez mafdar im û ev derkete holê"
Farah Alhajehê daxuyanî da têlevîzyona kamuyê SVTyê û got ew kêfxweş e ku biryarek wiha hatiye dayîn û wiha axivî: "Min ji wan ra got ez Misilman im, ji ber sedemên dînî ez nikarim destê xwe dirêj bikim û min bi serê xwe ve silav da. Di wê keliyê de serlêdana min di nîvî de hat birîn û ji min ra gotin ewê kar nedin min. Min bi lez terka wê derê kir û ez di asansorê de giriyam. Beriya vê qet tiştekî wiha nehatibû serê min. Tu girîngiya pereyê tazmînatê tune. Tişta girîng ew e ku ez mafdar im û ev derkete holê."
Şirketa ku bi tazmînatê va hat cezakirin jî biryara sergirtinê ya Dîwana Edaletê ya Ewropayê nîşan da û got sembolên dînî an jî siyasî nîşandan qedexe ye.