27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ANKARA
Hat ragihandin di operasyona esmanî ya 13-14ê rêbendanê da li Metînaya bakurê Iraqê hat kirin 57 endamên rêxistina terorê hatin kuştin û gelek endamên rêxistinê jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin 13-14ê rêbendanê li Metînaya bakurê Iraqê operasyona esmanî hat kirin.
Hat destnîşankirin di operasyonê da baregeh, sitargeh, kozik û şikeftên rêxistina terorê hatin îmhekirin û wiha hat gotin: "Di operasyona esmanî ya 13-14ê rêbendanê li Metînaya bakurê Iraqê hat kirin da 57 endamên rêxistina terorê hatin kuştin û gelek endamên rêxistinê jî birîndar bûn."