HONG KONG
Ji 2 mehan zêdetir e ku li Hong Kongê çalakiyên li dijî hikûmetê dewam dikin. Hat ragihandin ku 7 hezar polês ji bo ku qadên çalakiyê vala bikin hatin wezîfedarkirin.
Rayedaran eşkere kirin ku di dema rakirina barîkatan da zêde bertek nehat nîşandan û bi tenê komek rasta çalakiyan terk nake.
Rojnameya South China Morning Postê ya ku li Hong Kongê weşanê dike diyar kir ku Serkomîser Patrick Kwok Pak-chung beriya mudaxeleyê bangî çalakvanan kir û ji wan ra got ku beriya mudaxeleyê 30 deqîqeyên wan hene ku rastê vala bikin û yên ku rastê vala nekin jî ew ê bên binçavkirin.
Hatibû diyarkirin ku di sala 2017an da li Hong Kongê hilbijartinê bê kirin û gelê bajêr yê serokê xwe hilbijêre lê belê namzedên bi destê komiteyeke berfireh bên eşkerekirin. Li ser vê yekê xwendekarên ji Hong Kongê ji bo ku bi xwe namzedê xwe eşkere bikin dest bi lidarxistina çalakiyan kiribûn.