DELHİYA NÛ
Li başûrê Hîndistanê di bihurekeke hemzemîn de trên û otobêsa dibistanê li hev qelibîn, di qezayê de 12 zarok û ajokarê otobêsê mirin.
Rayedarê polêsan Ravî Nallamala der barê mijarê de agahî dan. Nallamala got ku qeza li Medaka herêma Telenganayê ya 500 kîlomtero dûrî Delhiya Nû li bihurekeke hemzemînê ya bêqontrol çêbû. Nallamala da zanîn ku di qezayê de 13 kes mirin û 16 xwendekar jî birîndar bûn.
Li Hîndistanê rojane 23 milyon 11 hezar rêwî bi trêna rêwiyan seyahatê dike. Li Hîndistanê bi sedan bihurekên hemzemîn hene û piraniya qezayên trênê ji ber bêxwedîtiya trên û rêhesinan û çewtiyên mirovan pêk tên.