15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
IDLIB
Li Tirmeya bajaroka Idlibê di encama êrîşeke asmanî da 11 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.
Rayedarekî Parastina Sivîlan bi navê Wasiq Harak ji nûçegihanê AAyê ra got, jetên ûrus li bajarokê Tirmena ku dikeve bakurê Idlibê êrîşeke asmanî li dar xistin û di encamê da 11 kesî jiyana xwe ji dest da û 25 kes jÎ birîndar bûn.
Harak anî ziman ku birîndar bi mebesta dermankirinê sewqî nexweşxaneyên dewrûberê bûne û got, "Balafirên Cengê enbareke dermanan bordûman kirin û êrîşî navenda me ya parastina sivîlan kirin."
Harak destnîşan kir ku di encamê da gelek xanî xerabûne û hejmarek gelek xanî û otomobîlî jî xisar dîtine.