FELLÛCE
Hat diyarkirin ku artêşa Iraqê li Fellûceya bajarê wîlayeta Enbarê operasyon li dar xist û di êrîşên artêşê de 4 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê çapemeniyê yê koma ku li dijî hikûmetê çalakiyan li dar dixe Mihemed el-Bîcarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "Artêşa Iraqê ji duh ve bi tanq, topên hewanê û çekên giran ve êrîşî taxên Fellûceyê dike. Di êrîşan de heta niha 4 kes mirin û 26 kes jî birîndar bûn. Artêşê herî kêm 40 topên hewanê avêt nav taxan. Artêş ne dibêje mal, ne mizgeft, ne jî nexweşxane hema çi têkeve ber êrîş dikê.
Bîcarî diyar kir ku artêşê topeke hewanê avêtiye nexweşxaneyê û 2 xebatkarên Bangledaşî jî birîndar bûne.
Artêşa Iraqê bi hinceta ku li herêmê endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hene, operasyonên berfireh dike.