CENEWRE
Nûnerê Taybet yê Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî El-Exdar el-Îbrahîmî di çarçoveya lihevrûniştinên aştiya Sûriyeyê de bi heyeta rejima Esed re hat bal hev.
Îbrahîmî piştî lihevrûniştina ku li Kargeha Cenewreyê ya YNyê de pêk tê dê bi heyeta muxalefeta Sûriyeyê re jî were bal hev.
Lihevrûniştinan ji serê heftê vir de dewam dikir lê duh navber dan hevdîtinan û Îbrahîmî bi Alîkara Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Wendy Sherman û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennady Gatilov re muzakereyên heta niha nirxand.
Îbrahîmî piştî hevdîtinê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku di muzakereyan de zêde pêş ve neçûne, lêbelê DYA û Rûsya piştevaniyê didin pêvajoyê.
Nûnerê Taybet Îbrahîmî roja çarşemê bi herdu aliyan re di odekê de hatibû bal hev û heyata muxalifan qala pêşniyara pêvajoya derbasbûnê kiribû lêbelê heyeta rejimê bi zimanê tundî û terorî axivîbû.
Daxwaza heyeta rejimê ew e ku ji xala ewilîn ya Danezana Cenewreyê dest bi nirxandinê bikin, lêbelê muxalif dibêjin ku hikûmeta berwext ve gelek tiştên çareser bibin.