Haydar Şahin
30 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2020
Li bazara qurbanan a li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber qedexeya derketina derva ya di çarçoveya Kovîd-19ê da tê pêkanîn û krîza aboriyê roja erefeyê jî qerebalixî tune.
Bazara heywnanên qurbanê ya li Hebîbiyeya herêma li rojhilatê Bexdayê roja erefeyê jî vala ma.
Heywandarên li bazarê heywanên xwe difroşin gotin ji ber Kovîd-19ê û kirîza aboriyê ya piştî vîrusê mezin bû kes nayê heywanan nakire bi taybetî jî dewar bê mişterî man.
Elî Casimê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bazara qurbanan li gor salên berê gelekî sihêl ma.
Casim wiha pê da çû: "Îsal beriya eydê li bazarê qerebalixiya berê qet çênebû. Gel ji ber vîrusê bêkar maye ji ber vê nikare bikire. Dewar hema bêje qet nayên firotin."
Casim got heywaneke 30 kîlo tê kêmzêde bi 250 dolarî difroşin û wiha axivî: "Qasî ku ji destê me tê em alîkariyê didin kesên nikarin bikirin."
Casim got ji ber qedexeya derketina derva ya ji bo Kovîd-19ê hat îlankirin welatî nikarin werin bazarê û wiha pê da çû: "Me her sal di roja erefeyê ya eydê da 300-500 heywan difrotin. Îsal em 50 heywanî bifroşin ew ê baş be.
Li Iraqa hejmara peketiyan zêde dibe ew ê hetanî 8ê tebaxê qedexeya derketina deva hat îlankirin, betlaneya Eyda Qurbanê jî hetanî wê rojê dewam dike. Mizgeft û îbadetxaneyên li welêt jî ew ê di Eyda Qurbanê da girtî bin.