01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
HEWLÊR
Nûnera Taybet a Berpirsê Sûcên Destdirêjiya li Herêmên Şer ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Zaînab Hawa Bangurayê ragihand ku li Iraqê di şer û bûyerên terorê yên du salên dawî de, di navbera 3 hezar û 6 hezarî de jin rastî destdirêjiyê hatin.
Bangûra li Hola Konferansê ya Saad Evdila ya Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi Wezîrê Karên Navxweyî yê HKYê Kerîm Sincarî, Wezîrê Tenduristiyê Rêkeft Heme Reşîd, Sekreterê Giştî yê Daîreya Karên Jinan Pexşan Zengene û nûnerên rêxistinên însanî yên din re hat bal hev.
Bangûrayê piştî civînê digel Zengeneyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û di civînê de wiha axivî: "Li gor daneyên di destê NYyê de, li Iraqê di 2 şer û bûyerên terorê yên du salên dawî de, di navbera 3 hezar û 6 hezarî de jin rastî destdirêjiyê hatin."
Bangûrayê wiha dewam kir:
"Lazim e em ji bo tedawîkirina jinên ku rastî destdirêjiyê hatine bi rêk û pêk bixebitin. Destdirêjiya li dijî jinê tenê bandorê li jinê di heman demê de li civakê jî dike."
Bangûrayê got ku wan ji bo tedawîkirina jinên rastî destdirêjiyê hatine bi Wezareta Karên Derva re xebat daye destpêkirin û wiha dewam kir: "Em ê li Bexda û Hewlêrê nûneriyan vebikin û li ser vê pirsgirêka bisekinin. Divê sûcdar di nav civakê de wekî ku qet tiştekî nekiribin bi rihetî negerin."