01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ANKARA
Li Sûriyeyê di meha sibatê de, di encama êrîşên rejima Esed û komên terorîstên piştgirê rejimê de 876 sivîl mirin. Hat ragihandin ku berpirsê mirina 489 sivîlan jî rejim û piştgirên rejimê ne.
Li gor rapora ku Tora Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR), li Sûriyê di encama êrîşên Rûsya, rejima Beşşar Esed û piştgirên wê de, di meha sibatê de 489 sivîl mirin.
Di raporê de hat eşkerekirin ku li paytext Şam û Deraa, Heleb, Îdlib, Hama, Dêra Zorê, Reqa, Lazqiye û Qûneytra herêmên derdora Şamê 79 jê zarok, 55 jin bi tavahî 471 sivîl hatin kuştin. Herwiha 18 kes jî îşkenceyê hatin kuştin.
Di raporê de hat îfadekirin ku di meha sibatê de di encama êrîşên DEAŞê de 180 sivîl mirin, di êrîşên koalîsyona naveneteweyî de jî 118 sivîl mirin. Di raporê de hat diyarkirin ku 16 sivîl di êrîşên muxalifên çekdar, 7 sivîl di êrîşên PKK/PYDya rêxistina terorê de mirin. Hat îfadekriin ku berpirsê kuştina 88 kesan jî nehat tespîtkirin.