Önder Beyter
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku teqemeniyeke destçêkirî îsabetî wesayîteke hevpeymana dijî DEAŞê ya ku DYA serkêş e, kir û di encamê da leşkerekî hevpeymanê mir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Operasyona Biryardariya Xwezayî ya Hêza Peywira Yekbûyî da wiha hat gotin, "Li Iraqê di 1ê cotmehê da teqemeniya destçêkirî îsabetî wesayîta wan kir û di encamê da leşkerekî hevpeymanê mir, yek jî birîndar bû. Heya ku haya malbatên wan jê çênebe, nasnameya leşkerê mirî û birîndar wê neyên ragihandin."
Di daxuyaniyê da destnîşan nekirin bê ka bûyer li ku dera Iraqê qewimî.