Türkan Tosun
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
TEHRAN
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar li Tehranê bi hemtayê xwe yê îranî Muhammed Bakirî re hat bal hev.
Sererkan Bakirî li paytext Tehranê di Baregeha Sererkaniyê de Orgeneral Akar bi merasimeke leşkerî pêşwazî kir.
Piştî sirûda neteweyî ya herdu welatan Orgeneral Akar silav da leşkeran û herdu hemta derbasî civînê bûn.
Hat ragihandin di hevdîtinê de têkoşîna li dijî terorê û mijarên heremî wê bên axaftin.
Akar li Îranê wê bi Serokwezîr Hesen Ruhanî, Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyê ya Îranê Elî Şemhanî û Wezîrê Parastinê Emir Hatemî re jî hevdîtinê bike.