Heman Hussein Yaseen,Rewa Mahmood Hasan,Bekir Aydoğan
10 Nîsan 2022•Rojanekirin: 14 Nîsan 2022
Li Iraqê yek ji tamên sereke yên sifreyên fitarê şêranî û her wiha şerbet in ku ji fêkiyên cuda tên çêkirin.
Li Iraqê mîna hemû salan îsal jî bi hatina meha remezanê va firotina şêranî û şerbetan zêde bû.
Di meha remezanê da ji şêraniyan nexasim digel xurme û loqmeyê peqlewe tên tercihkirin, dîsa şerbetên fêkiyan jî pir tên vexwarin.

- 10 cure şerbetên fêkiyan hene
Li Hewlêrê di dikana şerbetfiroş Hecî Îdris Melazade da gelek berhemên ku fêkiyan dihundirînin tên pêşandan.
Melazade ji peyamnêrê AAyê ra axivî û diyar kir ku ji zû va ye ew vewarinên cemidî hildiberîne û firotin jî nexasim di mehên havînê da zêde dibe.
Melazade bal kişand ku şerbet di meha remezanê da bêtir tê tercihkirin û wiha got, "Li vir porteqal, leymûn û qawûn di serî da 10 cure şerbet hene. Ji aliyekî din va ji ber Kovîd-19ê krîzekê rû da û lewma jî firotana me li gorî salên berê ne baş e."

Rêbiwar Omer Reşîdê ku li Silêmaniyê 10 sal e şêraniyan difiroşe jî diyar kir ku di meha remezanê da karê wan zêde dibe û wiha got, "Sîparîşên ku welatî û kargeh di vê mehê da didin ji ya şeş mehan zêdetir e."
Reşîd bal kişand ku ew sibehê zû dest bi çêkirina şêraniyan dikin û heya berêvarê dewam dikin.
Şêranîfiroşê ji Silêmaniyê bal kişand ku nexasim şêraniyên wan ên ji fêkiyan tên tercihkirin.