Abdullah Tel
11 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2020
Li Iraqê di dema operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da li hemberî hêza Tirkmen a Heşdî Şabiyê êrîşa bombeyî hat kirin û di bûyerê da 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Fermandarê Hêza Tirkmen a Lîvaya 16mîn a Heşdî Şabiyê Abû Taîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di dema operasyona li çol û çiyayên bajarê Diyalaya nêzî sînorê Îranê ku li dijî DEAŞa rêxistina terorê tê kirin da li hemberî hêza Tirkmen a Heşdî Şabiyê bi destê DEAŞê va êrîşa bombeyî hat kirin. Taîr got ku di êrîşê da 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Di axaftina xwe da Taîr got ku bombeyên li herêma Delî Ebas a ser bajarê Diyalayê ku di keviya rê da hatibûn veşartin di dema derbasbûna wesayîtên Hêza Tirkmen a Lîvaya 16mîn a Heşdî Şabiyê da ji dûr va hatin teqandin.
Taîr destnîşan kir ku du wesayîtên eskerî bûn xurde û operasyona ku ji bo îstiqrar û ewlehiya Diyalayê dest pê kiriye wê heta 3 rojan dewam bike.