Nihat Kavşut
11 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2020
Li Îranê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 188 kes mirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir li Îranê ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da 188 kes mirin û hejmara miriyan derket 12 hezar û 635an.
Li Îranê 2 hezar û 397 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 255 hezar û 117an
Li gor agahiyan rewşa 3 hezar û 338 nexweşan giran e û hejmara kesên baş bûne jî 217 hezar û 666 e.
Li Îranê heta niha milyonek û 947 hezar û 114 test hatine kirin.
Li welêt eyaletên Xuzistan, Azerbeycana Rojhilat, Hurmuzgan, Xoresana Rezewî û Xoresana Bakur di nav herêmên sor da ne û eyaletên Tehran, Elburz, Loristan, Xoresana Başûr, Kohgiluye-Buyer Ahmed, Îsfehan, Mazenderan, Gulistan, Îlam û Zencan jî di nav herêmên xetere da ne.