KERKÛK
Midûrê polêsan yê Tûzhûrmatûyê Hesen el Beyatî, di daxuyaniya xwe de got ku dema wesayîta polêsan ji rêya li herêma Silêman Beg re derbas dibû rastî êrîşê hat. Di êrîşê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Her wiha, hat ragihandin ku ji bo wî bikujin êrîşî serhengê fermandariya alaya 3. ya hêzên pêşmergeyên girêdayî artêşa Reveberiya herêma Kurdistanê (RHK) Ahmed Mecîd kirin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê dema ku wesayîta serheng Mecîd ji Kerkûkê diçû Hewlêrê li ser rê, wesayîta bombebarkirî teqîya. Hat ragihandin ku di êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye.
Her wiha hêzên pêşmergeyan ji bo faîlan bibînin li herêmê dest bi lêgerînê kir.