BEXDA
Li Bexdaya paytexta Iraqê li sê derên ji hev cuda êrîşên bibombeyî hatin kirin. Hat diyarkirin ku di teqînê de 16 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûn e.
Li gor daxuyaniya nivîskîya ku ji Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê hat belavkirin li bajarê Ed-Dûrayê di Sûka Asûriyan de 3 êrîşên bibombeyî hatin kirin. 16 welatiyên ku xiristiyan bûn di teqînan de hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşa bibombeyî ya ku li nêzî Dêra Mayo Henayê hatibû kirin de hejmara miriyan derket 35an û ya birîndaran jî derket 56an.
Rayedarên nexweşxaneya El-Yermukê diyar kirin ku rewşa birîndaran pir giran e û dibe ku ji wan hin kesên din jî bimirin.