QAHIRE
Alîkarê Serokwezîrê Misrê Hîsam Îsa li Qahireyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Rêxistina Îxwanê Mislimîn û şaxên ku girêdayî wê ne "li hundir û derveyê welêt wek rêxistina terorê" hatine îlan kirin û ew kesên ku têkiliya wan bi vê rêxistinê re hebin dema ku bên tespît kirin dê ceza li wan bê birîn.
Piştî teqîna li Deqhaliyyeyê ya ku tê de 14 kes miribûn û 96 kes jî birîndar bibûn serokwezîrê berwext ê Misrê Hazim el-Bîblawî Rêxistina Îxwanê Mislimîn wek rêxistina terorê îlan kiribû.