Haydar Şahin
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 21 Mijdar 2020
Hat ragihandin ku li Kabula paytextê Efxanistanê di êrîşên bi topên hewanê birin ser hin wargehan da 8 kes hatin kuştin.
Tariq Aryanê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di êrîşên ber destê sibê birin ser wargehên bajêr da 23 topên hewanê îsabet kirin.
Hetanî vê gavê kesî berpirsyariya êrîşa tê da 8 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn hilneda ser xwe. Talibanê jî di daxuyaniya xwe da berpirsyariya êrîşê red kir.
Li Kabulê di 24ê cotmehê da êrîşî navenda perwerdeyê kiribûn, di 2yê mijdarê da êrîşî Zanîngeha Kabulê kiribûn û di êrîşan da ji 50yî zêdetir kes hatibûn kuştin. Berpirsyariya van êrîşan komên têkildarê DEAŞa rêxistina terorê hildabûn ser xwe.
Di heyama ku nûnerên Talibanê û hikûmeta Efxanistanê bi navçîtiya Amerîkayê li Dohaya paytextê Qeterê mizkereyên aştiyê dimeşînin da êrîş hatin kirin.
Li bendê ne ku Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di ziyareta Qeterê ya îro da bangî aliyan bike ku tundiyê kêm bikin.