Abdullah Tel
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 22 Mijdar 2020
Hat ragihandin ku Hollanda wê ji MINUSMAya hêza aştiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) kar dike ra esker bişîne.
Wezareta Parastina Hollandayê daxuyanî weşand û ragihand ku bi qasî û 100 û 150 esker wê Balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê biparêzin.
Di daxuyaniyê da hat gotin koma ewil a eskerên ku wê di nav hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da cî bigirin di Rêbendana 2021ê da wê derkevin rê.
Hat destnîşankirin ku wê di navbera 70 û 130yî da jî esker di qada lojîstikê da ji bo piştevaniya MINUSMAya hêza aştiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bike wê bişînin Maliyê. Hat ragihandin ku tevlî eskeran wê balafira C-130 ya transortê jî bê şandin.