Mahmut Geldi
28 Hezîran 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
Li Kebeya qibleya Misilmanan di xutbeya nimêja eydê da behsa mafê jinan û mirovan hat kirin.
Bi hezaran hecacan li Mescida Heramê nimêja Eyda Qurbanê kir.
Li Kebeyê Şêx Yasîr bîn Reşîd ed-Dewserî nimêja eydê da kirin û behsa heqê însanan kir.
Şêx Dewserî xutbeya Eyda Qurbanê ya Hezretî Mihemed bi bîr xist û anî ziman ku wî wiha gotiye: "Gelî merivno! Di vê meha zîlhîcceyê da, li vî bajarê we Mekkeyê çawa ku roja we ya Eyda Qurbanê miqedes e, her wisa xwîna we, malê we û namûsa we jî wisa miqedes e."
Şêx Dewserî bal kişand ser heqê jinan û got divê qîmeta wan bê zanîn, lewra Hezretî Mihemed jî di hecê xwe yê xatirxwestinê da behsa girîngiya heqê jinan kiriye.
Li Medîneyê jî Mîrê Medîneyê Mirza Faysal bîn Selman li Mescida Nebewî nimêja eydê da kirin.