Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtinên fermî çû Erebistana Siûdî û li wir ûmre kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Mêvangeha Qraliyetê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Qral Evdilezîz a Cideyê îhram li xwe kir û bi wesayîtê çû Mekkeyê.
Serokomar Erdogan û şandeya bi pê re di nava heleqa parastina hêzên ewlehiya Siûdî de nîvê şevê ketin hundirê Mescida Heram û tewafa ûmreyê kirin. Şûnde Erdogan ligel ên bi pê re hejmara ûmreyê ya çûn û hatina navbera girê Merwe û Safayê temam kirin. Serokomar Erdogan li dû temamkirina ûmreyê derbasî Mêvanxaneya Qraliyeta Erebistana Siûdî ya li rex Mescida Heram bû.
Li Kabeyê welatiyên Tirkiyeyê eleqeyeke mezin nîşanê Serokomar Erdogan dan û Erdogan jî ji wan re destê xwe li ba kir.
Ligel Serokomar û jina wî Emîne Erdogan, Alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan û Nûman Kurtulmuş, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî û Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavuşoglu jî ûmre pêk anîn.
Erdoganê li dû bernameya xwe ya li Meke û Medîneyê dê derbasî Riyadê bibe û li vir dê ligel Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Evdilezîz el-Siûd re kom bibe.