Haydar Şahin
05 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
KIRKLARELÎ
Şaredariya Kaynarcayê ya girêdayî Pinarbaşiya navçeya Kirklareliyê li kitabeya Darîusê Hikûmdarê Persan a windabûyî digere.
Ji bo dîtina kitabeya ku Darîus tê da "Ez xwediyê dinyayê me, Teoros xwediyê ava herî xweş e" daye nivîsandin xebat dan destpêkirin. Darîus beriya Sefere Îskîtê li Kaynarcayê kon daniye.
Şaredarê Kaynarcayê Serdar Turker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo dîtina kitabeyê Wezareta Karên Derva, Wezareta Çand û Turîzmê û Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Îranê ziyaret kirin û di navbera hevda nivîsên fermî nivîsandin.
Turker bi bîr xist ku dîroka Kaynarcayê digihêje salên 6 hezar û 500î yên Beriya Mîladê, ji bo danasîna bajarokê girîngiyê didin ser kitabeyê.
Turker got bawer dikin ew ê kitabeyê bibînin û wiha pê da çû: "Kaynarca ciyekê qedîm e. Em dixebitin ku tarîxa xwe eşkere bikin. Di sala 513a Beriya Mîladê Darîusê Împaratorê Persan beriya Sefera Îskîtê bi artêşa xwe ya ku kêm zêde ji 700 hezar kesî pêk tê va 3 rojan li bajaroka me disekine. Li vê derê ava me vedixwe. Wê demê kitabeyeke ku li ser "Ez xwediyê dinyayê me, Teoros xwediyê ava herî xweş e" hatiye nivîsandin dide çikandin. Ev agahî di çavkaniyên Heredotê dîroknas da heye, paşê kitabe winda dibe.
Turker got ji bo dîtina kitabeyê pisporên ji Zanîngeha Tehranê hatin bajêr û lêkolîn kirin, Wezareta Karên Derva, Wezareta Çand û Turîzmê jî ji bo vê xebatan didomînin.